Hat diyarkirin ku li Ûlûdereya navçeya Şirnakê 120 mih û bizin ji zinar ketin û telef bûn.
Şaredarê bajaroka Şenobayê Sabrî Babat di daxuyaniya xwe de dest nîşan kir ku pezên ji zinar ketin yên 4 malbatan bûn.
Mahmût Kara û Cemîl Babat şivantiya wan dikirin. Dema vegerê li Zozana Yûntepeyê ketine şiverêya şaş û pez jî ji ber wê şaşiyê ji zinarên çiyayê Kaşê ketine.
Şaredarê bajaroka Şenobayê Sabrî Babat got: "Di vê bûyerê de nêzî 120 pez ji zinar ketin. Piştî ku şivanan xeber da me, xwediyên pez çûn cihê bûyerê. Bizin û miyên ku birîndar bûbûn ser jê kirin û yên mirar bûbûn jî li wê derê hiştin. Zirara xwediyên pezan gelek mezin e.
Li gor agahiyan der barê bûyerê de lêkolînê dest pê kiriye û rayedar jî hatine agahdarkirin.