ÎSTANBÛL
Di çarçoveya operasyonên li ser îdiayên "rêxistina paralel" yên di ewlehiyê de li 16 bajarên ku navenda wan Stenbol e, operasyon hatin kirin û di operasyonê de 33 kes hatin binçavkirin. Ji kesên ku hatibûn binçavkirin 17 kes sewqî edliyeyê kirin.
17 gumanbarên ku di nav wan de Arîkarê Midûrê Ewlehiyê yê Bajêr ê Stenbolê Mahîr Çakalli û Midûrê Şûbeya Têkoşîna bi Sucên Malî re yê Stenbolê yê berê Yakûb Saygili jî hebûn, piştî kontrola tenduristiyê birin Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê.
Ji aliyê din ve 16 gumanbarên ku muameleyên wan ên li ewlehiyê berdewam dikin jî anîn Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Hasekiyê û kontrola wan ya tenduristiyê hat kirin. Gumanbar piştî muameleyên li nexweşxaneyê dîsa anîn Midûriya Ewlehiyê ya Stenbolê ya li Kolana Vatanê.