Wezareta Tenduristiyê dê 3 firokeyên nû li ser fîloya xwe zêde bike û bi vî awayî dê bikaribe bi şev jî bigihêje hewara nexweşan.
Musteşarê Wezareta Tenduristiyê Eyup Gumuş daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di xizmetên tenduristiyê yên acîl de bi qasî qelîte û xwegihana lezgîn jî gelekî girîng e.
Gumuş got ku divê ambûlans bi qelîte bin û li gor tesîsata nûjen a teknolojiyê bin. Gumuş got ku ji ber vê yekê hewl didin ku fîloya ambûlansên firoke mezin bikin û wiha axivî: "Niha ambûlans firokeyên me tenê bi roj difirin. Em dê 3 firokeyên ku şev dikarin bibînin jî li ser fîloyê zêde bikin."
Gumuş destnîşan kir ku bi saya firokeyên ku bi şev jî dibînin, dê bikaribin nexweşên acîl bi rêya rêhewayê di demek nêz de neqlê nexweşxaneyan bikin û da zanîn ku firokeyên ku dê bên sitandin dê di serî de li Stenbol, Enqere û Îzmirê bixebitin.
-Bi firokeyên ambûlans bi qasî 18 hezar nexweş anîn nexweşxaneyê
Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê di dawiya sala 2002yan de jimare ambûlansên ku tesîsata wan temam in 618 bûn vê jimarê derxistin 3 hezar û 858an. Armanc ew e ku vê jimarê di sala 2015an de derxînin 4 hezar û 600î. Li herêmên ku di hatûçûya wan de pirsgirêk heye, 295 ambûlansên ku dikarin di berfê de biçin, dan xizmeta gel.
Wezareta Tenduristiyê di sala 2008an de pergala ambûlansên hewayî da destpêkirin. Niha di fîloya wezaretê de 17 ambûlansên firoke û 3 balafir ambûlans hene. Heta îro bi ambûlansên firoke nêzî 18 hezarî, bi balafir ambûlansan jî 6 hezar nexweş anîn nexweşxaneyan.