Li gorî agahiyan, Ebdulriza Dag (36) di sala 2005an de tevlî şerekî bû û kesek kuşt. Dag li ser vê derket hember dadger û beyî girtin hat darazandin.
Pişt re di doza ku dewam kir de 6 sal û 3 meh hikûm xwar. Dag 2 salan ji hêzên ewlehiyê reviya.
Tîmên cendirmeyan ya Îdirê li ser îxbarê, Dagê li gundê Erhaciyê di maça hevaltiyê de zeft kir. Timên Cendirmeyan weke lîstikvanan cilên sporê li xwe kirin û li kêleka sehayê sekinîn.
Dema ku Dag bêşdarî maça gundên Erhaciya jêrê û Erhaciya jorê bû ji aliyê cendirmeyan hat girtin.
Dagê ku bi cilên sporê hat girtin pêşî li nexweşxaneyê hat muayenekirin pişt re jî birin qereqolê. Dag ji vira jî sewqî girtîgehê hat kirin.