Li Taşliçaya navçeya Agriyê 32 kes ji ber pûkê li ser rê asê man. Ekîbên Îdareya Taybet ên navçeyê ew xilas kirin.
Xwendekarên ji gundê Karagozê bi gumana "dibe ku serê sibê rê bên girtin" bi şev zû ketin rê da ku bigihîjin dibistanê. Servîsa ku 22 xwendekar û 8 niştecihên gund tê da bûn, ji ber pûkê li ser rêya gundê Çogurluyê asê ma.
Herwiha li ser rêya Tokluya gundê Agriyê jî 2 kes ji ber pûkê li ser rê asê man û tîmên îdareya taybet ew jî xilas kirin.
Ji niştecihên gund Mûrat Demirkan got ku xwendekarên gund xwendekarên leylî ne, xwendekar ji ber pûkê ketin nav gumanan û tirsiyan ku serê sibê negihîjin dibistanê.
Demirkan wiha dewam kir: "Xwedê ji wan razî be, tîmên îdareya taybet em xilas kirin. Zarok him li ber sermayê man him jî birçî bûn."