AGRI
Qudret Ozer a ku li navçeya Taşliçaya (Avkevir) Agiriyê dijî li maleke bê ceyran de li gel sê zarokên xwe di ronahiya findê de têkoşîna jiyanê dide.
Qudret Ozera 40 salî ya ku 2 sal berê li gundê Qadoyê girêdayî navçeyê mêrê wê mir, niha li gel 3 zarokên xwe dijî û piştî mirina hevjînê wê, cîranên wê xwedî lê derketin.
Cîranên wê ji bo ku li gel zarokên xwe stara xwe bike ji Ozerê re par avahiyek çêkirin. Ozera ku bi piştgiriya gundiyan ve debara xwe dike li mala ku salek berê kişiyayê bêyî ceyran jiyana xwe didomîne.
Qudret Ozer beriya ku tarî bikeve erdê karên xwe yên rojane diqedîne û zarokên wê jî neçar dimînin ku di şewqa findê de spartekên xwe çêkin.
Ozerê di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê Anadolu Agencyê de kifş kir ku rewşa wê ya aborî nebaş e û piştî wefata mêrê wê jî rewşa wê dijwartir bû . Ozera ku got ez bi alikariya xêrxwazan ve li ser piyan dimînim wiha dewam kir:
"Piştî ku hevjînê min mir, ez ji zarokên xwe re hem dayîktî û hem jî bavtiyê dikim. Ji bo wan ez têkoşîneke mezin didim û carna em nanê tisî jî peyda nakin. Li ser mirina mêrê min ji ber ku maleke me nebû ez li gel zarokên xwe şeveder mam. Gundî û welatiyên xêrxwaz di nava xwe de pere dan hev û ji min re malek dan çêkirin. Lê belê ji ber ku ez nikarim ucreta abonetiyê bidim, min nekarî ku ez ceyranê bikşînim mala xwe. Dema ku tav duqulibe tu dibê qey li malê jiyan disekine. Zarokên min di şewqa findan de spartekên xwe çê dikin."
Ozerê ji bo kesên ku bi destên wê girtine re spasdariya xwe anî ziman û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Xwedê ji hemûyan re razî be. Ew xwedî li min û zarokên min derketin û em bi tenê nehîştin. Ez jî di karên wan ên rojane de alîkariya wan dikim da ku hema qet nebe bi vê rêyê ve hinekî wijdana xwe rehet bikim, lê îrosibe wê zarokên min mezin bin û ez jî nizanim ku ka ez ê çawa bikaribim li wan mêze bikim. Ez gelekî neçariyê de me û ji ber hindê ez li çaverêya alîkariyê me.