AGRI
Gola Kuştiyan di navbera navçeyên Avkevir û Bazîdê de ye. Di nava golê de giravên bihuşta çûkan hene. Nûçegihanê AAyê piştî 4 saet rêya bi zehmet gihişt giravan û dîmenên balkêş kişand.
Gol ava xwe ji çemên biçûk, kanî û avên binerd hildide. Kesên ku dixwazin li giravan seyranê bikin bi kelekan ji gundê Tanyolûya li ser navçeyê derbasî giravan dibin.
Kesên ku tên herêmê, li giravan dîmenên çûkên ku li ser hêkên xwe qurp ketine dikşînin.
Li giravan bermayiyên dîrokî û hêkên qaqlîbazan dimenên xweşik derdixin holê.
Tê hêvî kirin ku gola masiyan û giravên wê, bi pêvajoya çarêseriyê bibin navenda tûrizmê.
Her wiha tê zanîn ku li erdnîgariya ku Gola Kuştiyan lê ye ji dema paleolîtîk heta neha gelek şaristanî jiyane.
Ji gundiyan Kemal Altan diyar kir ku her du girav di demên berê de cihê rûniştinê bûn.
Her wiha Altan da zanîn ku bi pêvajoya çarêseriyê êdî li herêmê bûyerên terorê dernakevin. Altan got ku divê ev cihên ku gelek mirov pê nizanin, bibin navenda turizmê.