Komeke sûriyeyiyên ku li navçeya Akçekaleyê ya Urfayê diman, vegeriyan welatê xwe.
Nêzî 400 penaber digel zarokên xwe li ber Deriyê Gumrikê yê Akçakaleyê kom bûn û ji bo derbasî welatê xwe bibin ji erkdaran destûr xwestin. Sûriyeyiyên ku demek li ber deriyê sînor ê ku ji çû û hatinê re girtiye sekinîn, piştî ku ji derbasbûnê destûr hat dayîn, derbas bûn. Penaberan nivîn û hin eşyayên ku bi xwe re anîbûn jî birin.
Hê jî li ser sînor tewdîrên ewlehiyê tên girtin.
Deriyê Gumrikê yê Akçakaleyê piştî ku şideta şerê li Tel Abyadê zêde bû, bi hinceta ewlehiyê, di 6ê kanûna paşîn de hatibû girtin.