Walîtiya Urfayê daxuyanî da diyar kir ku îdiayên wek "ji aliyê Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê ve gule berdan ser Kobanê" derew in.
Walîtiyê daxuyaniya nivîskî weşand û diyar kir ku şerê di navbera DÎŞI û hin komên kurdan de, li herêma Kobanê ya nêzî sînorê Tirkiyeyê berdewam dike.
Di daxuyaniyê de hat îfadekirin ku xeberên derbarê şer de tên weşandin derew in û wiha dewam kir: "
"Nêzî Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê, embarên genim ên Wezareta Xurek, Çandinî û Sewaldariyê hene. Tê gotin ku milîtanên DÎŞIyê ji vir ve gule berdan ser Kobanê û derbarê vê de gelek nûçe hatin weşandin. Bingeha van nûçeyan tuneye. Li qada tê gotin ku jê êrîşî Kobanê kirin 4 wesayîtên bizirx ên Hêzên Çekdar ên Tirk sekinandîne. Ji ber vê yekê pêkan nîne ku milîtanên DÎŞIyê bikevin herêmê û ji vir gule berdin aliyê Kobanê."