ÎSTANBUL
Li Îstanbûlê heta par ji karê ku her kesî dikaribû bike yek jî şofêrtiya texsiyê bû. Gelek kesên ku tiryak bi kar anîne, dizî kirine û hin sûc kirine ji ber ku bicihbûn hêsan e şofêrtiya texsiyê dikirin. Lê ji ber gilî û gazinên ji texsîvanan zêde bûn Şaredariya Mezin a Îstanbûlê û Odeya Texsîvanên Îstanbûlê dest bi xebateke hevkar kirin.
Li gor sepandina vê xebata ku par dest pê kir ji xwediyên texsiyan û şofêrên texsiyan qeyda sabiqayê hat xwestin. Serokê Odeya Texsîvanên Îstanbûlê Yahya Ûgûr diyar kir ku piştî vê biryarê nêzî 5 hezar kes ji ber sabiqayên xwe bi mecbûrî ji kar hatin dûrxistin.