ŞIRNAK
Hat ragihandin ku leşkeran li gundê Ortasûyê yê girêdayê navçeya Ûlûdereyê komek qaçaxçî dîtin. Li ser vê yekê ji bo hişyariyê guleyek avêtin. Bi dengê çekan re qaçaxçî reviyan û hin gundî jî ber bi qada leşkeran ve kişiyan.
Di nav gundî û leşkeran de rageşî derket. Ragêşî, bi alîkariya hin gundiyan hat çewisandin.
Hat ragihandin ku niha li gund tu pirsgirêk tuneye.