DIYARBAKIR
Şofêrên midîbusan li ber Şaredariya Mezin a Diyarbekirê çalakî li dar xistin û di navbera şofêr û xebatkarên şaredariyê de pevçûn derket, li ser vê polêsan midaxele kir.
Li gor agahiyan li ser biryara şaredariyê otobêsên gel yên şaredariyê dê li navçeyê derkevin seferê, li ser vê şofêrên midîbusan ên navçeyê bertek nîşanî biryarê dan û li ber şaredariyê bi wesaîtên xwe çalakî li dar xistin.
Şofêran xwestin ku bi rayedaran re biaxivin, lê xebatkarên ewlehiyê nehiştin û di navbera wan de pevçûn derket.
4 xebatkarên ewlehiyê birîndar bûn.
Rageşiya di navbera personel û şofêran de mezin bû û polêsan midaxele kir.
Di pevçûnê de hin şofêr û personelên şaredariyê birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyên cur bi cur.