ANKARA
Anadolu Agencyê (AA) di daxuyaniya xwe de wiha got: "Sedema dubarekirina ev cure nûçegihaniya Rojnameya Tarafê ya ku dê di dîroka nûçegihaniya tirkî de wekî rûreşiyekî cî bigre, hilbijartina Serokomariyê ya ku nêz dibe ye. AA dê di vê hilbijartinê de jî peywireke krîtîk hilgire û dê li ser sindoqan encaman belav bike. Helwesta van nûçeyên bêbingeh ew e ku encamên hilbijartinê yên ku AA belav dike, bêîtibar bikin."
Di daxuyaniya nivîskî ya bi sernava "Haydarî ji bo Raya Giştî" ya ku Midûriyeta Giştî ya AAyê da de wiha hat gotin:
"Haydarî ji bo Raya Giştî
Nûçeya bi sernava 'AA di hewz de xeniqî' ya ku di çapa 24.07.2014 roja pêncşemê ya Rojnameya Tarafê de cî girt, ji binî ve derew e û bi agahiyên bêbingeh ve dagirtî ye.
Bersiva ku li Parlementoyê ji bo pirsnameya Parlementerê CHPyê Birêz Tûrgût Dîbek hatiye dayîn tenê pêşkêşî Rojnameya Tarafê kirine û ev agahî jî kêm hatine dayîn û ji eslê xwe hatiye dûrxistin.
AAyê ji ber tevgerên Rojnameya Tarafê yên ku ji exlaqa bazirganî û çapemeniyê dûr in, hemû têkiliyên xwe yên bazirganiyê, yekalî felişandiye.
Sedema dubarekirina ev cure nûçegihaniya Rojnameya Tarafê ya ku dê di dîroka nûçegihaniya tirkî de wekî rûreşiyekî cî bigre, hilbijartina Serokomariyê ya ku nêz dibe ye. AA dê di vê hilbijartinê de jî peywireke krîtîk hilgire û dê li ser sindoqan encaman belav bike. Helwesta van nûçeyên bêbingeh ew e ku encamên hilbijartinê yên ku AA belav dike, bêîtibar bikin.
Saziya me der heqê Rojnameya Tarafê ya ku nayê zanîn ka ji ku û kê re xizmetê dike de 48 doz vekiriye û bi van nûçeyan ve ev hejmar jî zêde dibin.
Em li gel rêzên xwe pêşkêşî raya giştî dikin."