03 Sibat 2017•Rojanekirin: 03 Sibat 2017
DIYARBAKIR
Ahmet Turkê Serokê berê yê Şaredariya Mezin a Mêrdînê ku derbarê lêpirsîna terorê da hatibû girtin, bi merca kpntrola edlî serbest hat berdan.
Parêzerên Ahmet Turkê Serokê berê yê Şaredariya Mezin a Mêrdînê ku 17ê mijdarê ji aliyê Wezareta Navxweyî va ji kar hatibû dûrxistin û bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê hatibû girtin, bi mebesta ku bê girtin were darizandin, serî li Hakimtiya Silh û Sizaya Nobedar a Mêdînê dan.
Hakimtiya Silh û Sizaya Nobedar daxwaz nirxand bi merca qedexeya derketina dervayî welat û kontrola edlî biryara serbest berdana wî da.