03 Sibat 2017•Rojanekirin: 04 Sibat 2017
AGIRÎ
Li Dogubazîda navçeya Agiriyê di encama qezayeke trafîkê da 2 kesan canê xwe ji dest da û kesek bîrîndar bû.
Ajovanê qemyoneta bi plaqeya 04 D 3365 ku ji Dogubazîdê diçû Deriyê Sînorê Gurbulaxê, berî bigihe derî bi 10 kîlometroyan xwest ku bi aliyê bervajiyê çûnê va manevrayê bike. Qemyonet di wê hînê da li TIRa bi plaqeya 33 BFJ 64 ku Abdul Haluk Tarhan diajot qelibî.
Bi bandora qelibînê qemyonet pekiya û li TIReke din bi plaqeya 31 AJY 29 ku li qiraxa rê ragirtî bû qelibî û îca sekinî. Herwiha TIRa ku Tarhan diajot gindirî şerempolê.

Di qezayê da 2 kesê di nava qemyonetê da li cihê bûyerê canê xwe ji dest dan û ajovanê TIRê Tarhan jî bi sivikî birîndar bû.
Ji hêleke din va hat ragihandin ku yên ku canê xwe ji dest dane kesên bi navê Hanifi Ozkan û Înan Hacioglu ne.
Cenazeyê wan kesên ku canê xwe ji dest dan û Tarhanê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dogubeyezitê.
Ji ber qezayê li ser rê bi qasî kîlometroyekê rêza TIRan çêbû.
