Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev ji bo leşkerên ku li herêma Daglicayê di êrîşa terorê da cangorî bûn, ji Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ra peyama sersaxiyê şand.
Peyama Îlham Aliyev li ser malpera fermî ya Serokomariya Azerbaycanê hat weşandin. Aliyev ragihand ku ev ji ber cangorîbûn û birîndarbûna leşkerên Tirk pir xemgîn bû.
Aliyev di peyama xwe da wiha got:
"Bila gelê tirk emîn be ku yên ku bûyerên terorê dikin, wê tu wextî negihîjin armancên xwe yên qirêj. Ji ber vê bobelatê ez li ser navê gelê Azerbaycanê serxweşiyê didim we, malbatên cangoriyan û gelê Tirk. Xwedê şifayê ji birîndaran ra bişîne. Xwedê rehma xwe li wan bike."