Önder Beyter
25 Sibat 2021•Rojanekirin: 25 Sibat 2021
Serokomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev, rojbûna Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan pîroz kir.
Li gorî daxuyaniya Serokomariya Azerbeycanê, Aliyev ji Erdogan ra peyama pîrozbahiyê şand û ji bo xebatên wî yên pêşketina Tirkiyeyê serkeftin xwest.
Aliyev di peyama xwe da bal kişand ku Tirkiyeyê di warê civakî, aborî û zanistê da pêşketinên mezin bi dest xistin, bûye navendeke hêzê ku li ser asta kurewî polîtîkayên serbixwe dimeşîne ku ev serkeftin bi saya xebatên Erdogan çêbûn.
Aliyev bal kişand ku ew pê serbilind e ku peywendiyên Azerbeycan-Tirkiyeyê di asta herî bilind da ne û wiha dewam kir:
"Roleke mezin a cenabê te tê da heye ku peywendiyên me yên ku bingeha wê dostî û biratî ye, gihîştin vê astê. Ji bo alîkariya we ye menewî û siyasî ya eşkere û bêteredud a ji bo rizgarkirina xaka ezelî ya Azerbeycanê, gelê me sipasdar e. Ez bawer im hevkariya me ya berfireh û çalak ji bo pêşketina welatên me û refaha gelên me dê di her warî da dewam bike."