Önder Beyter
06 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 07 Tîrmeh 2020
Serokomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev ji bo alîkariya alavên tibî ya ku Tirkiyeyê ji ber Kovîd-19ê ji Azerbeycanê ra şand, sipasiya Serokomar Recep Tayyip Erdogan kir.
Li gorî daxuyaniya Serokomariya Azerbeycanê, Aliyev di nameya ku ji Erdogan ra şand da serxweşî da malbat û xizmên kesên ku li Tirkiyeyê ji ber Kovîd-19ê jiyana xwe ji dest dan û her wiha ji bo nexweşan jî şifa xwest.
Aliyev ji ber nameya wî ya di 5ê Tîrmeha 2020an da jî sipasiya Erdogan kir û di peyama xwe da wiha got, "Ez li ser navê xwe û li ser navê gelê Azerbeycanê ji ber alîkariya mirovî ku ji hêla Komara Tirkiyeyê ya xwîşk hat şandin, sipasiyên xwe yên ji dil pêşkêş dikim. Ev, nimûneyeke eşkere ya biratî û dostiya welatên me ye."
Duh li ser telîmata Serokomar Erdogan, alîkariya alavên tibî ku ji 30 ventilator, 55 hezar tulum, 50 hezar maskeyên N95,100 hezar maskeyên cerahî, 5 hezar berçavk, 200 hezar lepik û 40 hezar qutî dermanên cuda pêk dihat, ji Azerbeycanê ra hatibû şandin.