Çelîk bersiva pirsên edîtorên AAyê yên der barê rojevê de, dan û got ku "Em ê bi wezîrên me yên aboriyê re bên balhev û li ser mijara ku berkeda kêmtirîn ne berkeda debarê ye, ev yek berkeda parastinê ye, bisekinin. Em ê li ser 'ev nêrîn dê di kamûyê de çawa bê dîtin' bisekinin."
Wezîr Çelîk got ku "Em dahata me ya ji prîmên ewlehiya civakî wekî 101 milyar pêşdibînin lê dahata me bû 105 milyar lîre. Bi qasî 4 milyar dolaran tehsîlata zêde çêbû."
Çelîk diyar kir ku aliyan di mijara tezmînata qidemê de nekarîn gavên wêrek biavêjin û got ku "Ji ber vê yekê ma heyameke din."
Çelîk axaftina xwe wiha berdewam kir: "Armancake me ya ji bo mezinkirina kamûyê tuneye. Jimara karkerên ku di kamûyê de dixebitiyan 350 hezar bû, niha dora 170 hezarî ye. Jimara kesên ku di kamûyê de dixebitin bi tevahî 3 milyon e, ev jimareke zêde nîne.
Qanûna Tenduristî û Ewlehiya Kar, di qezayên kar de mecbûriya xeberdayînê anî. Berê niha ji 100 karkeran 17yê wan dimiriyan, niha ji 100 karkeran 7ê wan dimirin. Jimara mirinen di qezayên kar de kêm bû lê ev yek jî têra me nake. Em hewl didin ku ev mijar kêmtir be."
Wezîr Çelîk balkişand li ser operasyona ku di 17ê kanûna pêşîn de hat kirin û got ku " Armanca operasyonan ew e ku şeht li serkeftinên me bide."