ŞAM
Hat ragihandin ku li Sûriyeyê yekîneyên girêdayî Artêşa Fetîh li herêma Kalamuna ku dikeve bakurê paytext Şamê 35 endamên Hîzbûllahê kuştin.
Navenda çapemeniyê ya Kalamunê daxuyaniyek da û diyar kir ku yekîneyên girêdayî Artêşa Fetîhê li Ceyrûd Maaraya herêma Kalamunê ya ku dikeve bakurê paytext Şamê, bi hêzên rejimê yên ku Hîzbûllah piştgirî didê re ket nav pevçûnan. Dan zanîn ku di pevçûnan de 35 milîsên Hîzbûllahê mirin û gelek milîs jî birîndar bûn.
Di daxuyaniyê de her wiha agahî hat dayîn ku muxalifên çekdar li herêmê gelek cebilxaneyên leşkerî yên aidê hêzên rejimê bi dest xistin. Hat gotin ku muxalif li herêmê li dijî hêzên Esed taktîka "lêxe û bireve" bi kar tîne.