Li Çaldirana navçeya Wanê, ji 33 qaçaxên biyanî 6 jê zarok yek jî jê jin 7 efxanî ji ber sermayê qerisîn û mirin.
Hat ragihandin ku kesên ku ji ber sermayê qerisîn, bi rêyên qaçax derbasî Tirkiyeyê bûn.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, tîmên Qereqola Hidût a Piyade, dema ku li Hangedîka Taxa Çaldiranê dewriyê de bû, ser xeta sînor komeke qelebalix dît.
Piştî kontrolê hat tesbîtkirin ku ji 33 qaçaxên ku bi rêyên dereqanûnî derbasî Tirkiyeyê bûn 6 jê zarok yek jî jê jin bi tevahî 7 kes qerisîn. Ji 13 kesên din ên ji ber sermayê qefilîbûn 5 kes sewqî nexweşxaneyên li Wanê, 8 kes jî şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Çaldiranê.
Hat ragihadind ku biyaniyên din li Fermandariya Cendermeyan a Navçeyê ne û leşkeran hemû pêdiviyên wan bi cih anîn.
Cinazeyên ku di morga Nexweşxaneya Dewletê ya Çaldiranê de ne jî dê ji bo otopsiyê bişînin Wanê.