ARDAHAN
Li Ardahanê di qezaya ku du otomobîl û mînîbusek li hev qelibîn de li gor tespîtên ewil 6 kes mirin û 19 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin otomobîla bi plakaya 25 FL 520yê ku nasnameya ajokarê wê hêj nehatiye diyarkirin li mewqiya Kirkpinarê ya navçeya Sûsûzê ya rêbeja Ardhan û Qersê bi otomobîla bi plaqaya 75 AC 980 re qelibî. Di vê navberê de mînîbusa rêwiyan a bi plakaya 36 M 1153 ya ku ji rê re derbas dibû, di rêya ku ji ber baranê şemîtok bibû de ji bo ku li wesayîtan neqelibe manewra kir û gindirî şerempolê.
Di qezayê de li gor tespîtên ewil 6 kes mirin û 19 kes jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku kesên mirin di otomobîlan de bûn.
Ji Qers û Ardahanê ekîbên UMKE û AFADê sewqî herêmê kirin û ekîban birîndarên ku di wesayîtan de asê mabûn derxistin. Ekîbên serwîsên 122 birîndar rakirin nexweşxaney3en li Qers û Ardahanê.
Jendirmeyan li herêmê bergiriyên ewlehiyê girtin û kontrola rêbeja Ardahan û Qersê pêk tînin.