20 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 21 Cotmeh 2015
Operasyona serkeftî ya Hêzên Çekdar ên Tirkiyê (TSK) ya ser (Geliyê Doskiyê) Çiyayê Îkîyakaya li Yuksekovaya navçeya Hekariyê, xwe di axaftinên ser bêtêlan ên qaşo serokên rêxistina terorê ne de nîşan da.
Mûrat Karayilanê ji qaşo serokên rêxistina cudakar, di axaftina bi bêtêlê kir da got ku xisareke mezin çêbûye û ji Kampa Zapê ya ku xwe sipartê telîmatên wek "Xwe nêzî hêzên ewlehiyê nekin, ku mimkun be ji dûr ve gule berdin lê ku wisa nebû bi bombeyan êrîş bikin û xwekujiyê jî li ber çavan bigrin "dide rêxistinê.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê yên li herêmê hatin hildan, hêzên TSKyê di encama operasyona serkeftî ya ku li dar xistin da, xwe gihandin "şikefta heşt çav" a ku yek ji baregehên sereke ya rêxistina terorê ye.
-9 cihên stratejîk ji terorîstan hatin paqijkirin
Çiyayên Îkîyakayê yên ku nêzî Daglicayê ne, ji bo ku "cihê berxwedanê ya herî dawîn" e zehf girîng e. Çavkaniya sereke ya êrîşên terorê yên ser Daglicayê ev der e. Ji kampên ku serê van çiyayan hatine avakirin ev êrîş tên kirin.
Di vê navberê da, eskerên ku dikevin şikeftên terorîstan, wan diqefêlin û operasyonên bi vî şiklî yên li herêmê jî berdewam dikin. Lê belê ji ber ku raqima herêmê 3 hezar û 500 e, carinan berf lê dibare... Ev şert û merc jî dijwariya têkoşîna hêzên ewlehiyê didin ber çavan.
Hat ragihandin ku 9 cihên stratejîk ên li herêmê ji terorîstan hatin paqijkirin û di van operasyonan da 4 esker şehîd bûn.
-"Dibêje li ba we me" lê ji Zapê diaxife
Karayilan bi rêya bêtêlê bi endamên rêxistina terorê re diaxife, dibêje şerê li çiyan ne tenê herêmê hemûyê Tirkiyê eleqedar dike ji ber vê yekê "ez hatim, li vir im, li ba we me, min mirin da berçavê xwe û ez hatim vir."
Lê belê Karayilan dema ku dibêje li ba we me, ji Kampa Zapê xeber dide û ji bo revê amadehiyên xwe dike. Kadroya serokan a Karayilan bang li wan dike dibêje "ber xwe bidin" jî ji zû va herêm terikandiye.