05 Mijdar 2016•Rojanekirin: 07 Mijdar 2016
ANKARA
Axaftinên bêtêlê yên belge dikin ku êrîşa ku duh li Baglara navçeya Diyarbekirê bi wesayîta bombebarkirî hat kirin ji aliyê PKKya rêxistina terorê ya dabeşker ve hatiye kirin. Di axaftinên bêtêlê de xuyaye ku êrîş ji aliyê terorîstê bi navê Kemal Hures ve hatiye kirin.
Di axaftinên bêtêlê yên di saet 09.19-09.35an de yên ku kodên bangê yên Rojyar, Andok, Ararat, Akdag û Agirî hatin bikaranîn û Walîtiya Diyarbekirê ji bo daxuyaniya xwe ya êrîş ji aliyê PKKyê ve hatiye kirin wek palpişt nîşan da de hat tespîtkirin ku terorîst bi berfirehî bi hev re parve dikin ka êrîş çawa ji aliyê kî ve hatiye kirin.
Di axaftina ku terorîstan kodên bangê yên Rojyar û Andok bi kar anîn de hat fehmkirin ku ji ber şert û mercên eraziyê di serî de ji bo têkilîdanînê rastî dijwariyan hatin. Hin beşên qeydên bêtêlan wiha ne:
Rojyar: Tu agahiya we der barê vê çalakiyê de heye gelo?
Andok: Belê, belê.
Rojyar: Temam baş e lê hûrgulî hene?
Andok: Ya min got ya çalakiya fedaî ye.
Rojyar: Çalakiya fedaî?
Andok: Belê, belê.
Rojyar: Temam hat fehmkirin. Elîşêr di dewrê de ye?
Andok: Dengê te negihaşte me.
Heman rojê ji frekanseke din di saet 09.25-09.26an de bi bikaranîna kodên bangê Ararat û Rojhat di axaftinên terorîstan de jî hat tespîtkirin hewl didin ku koma ku êrîşê kiriye tespît bikin. Di qeydên vê hevdîtinê de van diyalogan cî girtin:
Rojhat: Me bang li Andok kir.
Ararat: Temam.
Rojhat: Gelo hûn tiştek dibêjin?
Ararat: Nexêr. Çalakiya ku di çapemeniyê de cî girt çalakiya fedaî ye. Temam.
Rojhat: Yê ku ket çapemeniyê ne wisa?
Ararat: Rast e.
Rojhat: Temam heval.
Ararat: Temam, em ê yê din de sicîlê filan biavêjin.
Rojhat: Temam baş e. Gelo dê Andok ew îro agahî bidin an na?
Ararat: Wille zor e.
Rojhat: Temam yanê, hevalên li aliyê Andok wan kirin ne wisa?
Ararat: Belê, belê.
Rojhat: Temam.
Di axaftina bêtêlê ya ku vê sibê di saet 09.30-09.35an de terorîstên bi kodên Andok û Agirî kirin de jî hûrguliyên êrîşê wiha hatin parvekirin:
Andok: Hevalno di 4ê mehê de saet 08.05an de bi wesayîteke bi qasî 3 tonî teqemenîbarkirî çalakiya fedaî dibin ser avahiya têkoşîna dijî terorê û avahiya hêzên çevîk ên girêdayî Midûriya Ewlehiyê ya Diyarbekir.
Agirî: Temam.
Andok: Di dema teqînê de transît û otobêseke ku ji rê re derbas dibin jî dimînin bin tesîra teqînê de. Heval Kemal Hunres dike. Ev çalakî ji ber tecrîda li ser serok, êrîşên dewleta tirk, dagirkerina Rojava, êrîşa ser gelê bekur û ji bo tolhildana hevalên ku di vê pêvajoyê de şehîd ketine hatiye kirin.
Agirî: Temam.
Ararat: Andok.
Andok: Guhdar dikim,
Ararat: Wî (Terorîstê ku êrîş kir Kemal Hunres) wekî Kemal Hekarî bide di raporên xwe de, wisa ye temam.
Andok: Temam heval.
Di axaftinên bêtêlê yên ku di saet 09.19-09.24an de di navbera Andok û Akdag de hatin kirin de jî hat diyarkirin ku operasyonên hêzên ewlehiyê berdewam dikin û êrîş wekî ku hat plankirin hat kirin.
Andok: Ev wesayît tam li cî teqiya ne wisa?
Akdag: Rast e.
Andok: Yaw dibêjin ku wesayîtekî astengî derxistiye qeza çêbûye
Akdag: Na, na, tiştekî wisa heye lê...
Andok: Ango tam gihaye hedefê. Baş e lê heval derketiye derve yan...
Akdag: Willeh agahî tune lê
Andok: Şehîd Brûsk e?
Akdag: Rast e.
Andok: Temam çêbû.
- Îdiaya ajansa nûçeyan a navneteweyî
Çavkaniyên ku nûçegihanên AAyê der heqê mijarê de agahî sitandin bal kişandin ku di nûçeya ku nûçegihanê misrî Ehmed Abouleneîn sipartiye çavkaniyeke ewlehiyê û daye ya ku ajanseke nûçeyan a navneteweyî ya îdia dike ku DEAŞê berpirsyariya êrîşê hildaye ser xwe de wesayît parkkirî ye. Çavkaniyan dan zanîn ku nûçeyên ku tê de nakokiyên wiha hene bi qesdî tên çêkirin û bêbingeh in.