04 Adar 2017•Rojanekirin: 05 Adar 2017
HATAY
Waliyê Hatayê Erdal Ata: "Îro di encama îxabrekê da walîtiya me agahî sitend ku li derdora gundê Yaylacika girêdayî Antakyaya navçeya navenda Hatayê balafirek ketiye xwarê. Li ser vê agahiyê ekîbên cendirmei emniyet û AFADê digel xebatên xurt hê negihîştine enqaza balafirê. Balafir ne ya welatê me ye, muhtemelen aîdê aliyê Sûriyeyê ye. Delîl vê nîşan didin."
Waliyê Hatayê Erdal Ata: "Li gorî zanyariya ku berî nuha min sitend, tîmên cendirme û ekîbên tendirustiyê gihîştine enqaza firokeyê. Hat dîtin ku kokpîta balafirê vala ye. Em wisa texmîn dikin firokevanan xwe ji firokeyê avêtine û rizgar bûne."

- Daxuyaniya Serokwezîr Bînalî Yildirim derbarê balafira ketî
Serokwezîr Yildirim: "Zanyarî hatiye sitendin ku balafireke curê MIG ku tê gotîn aîdê rejima Sûriyeyê ye, li nêzîkî Yayaladag Samandaga Hatayê ketiye xwarê. Zanyarî jî hatiye ku firokevan xwe ji balafirê avêtiye. Yekeyên me yên li deverê piştgiriyê didin xebatên lêgerînê. Nuha zanyarî tenê hevqas e."
Serokwezîr Yildirim: "Dibe ku balafirli nav sînorên me ketibe hê zanyariyeke tewawî nîne. Dibe ku li ser sînor be. Dibe ku li aliyê Sûriyeyê be jî, lêkolîn berdewam in wê derkeve holê. Derbarê sedema ketinê da jî zanyariyek safî nîn e, tê gotin rewşa hewayê li wê deverê gelekî xirab e."

- Mixalifên Sûriyeyê ragihandin ku balafireke rejima Sûriyeyê xistine xwarê
Berdevkê koma mixalif Ehrarûş Şamê Ahmed Karaali ragihand, "Balafira rejimê dema bordûmankirina Îdlibê bi nizmî difiriya. Bi patrioteke 23 mm me lê da û piştî lêdanê arizeyeke teknîkî di firokeyê da çêbû û me dît hin bi hin dikeve xwarê."
- Şahidên bûyerê behsa dema ketinê kirin
Suphan Polatê 55 salî yê ku dibe şahidê ketina balafira ku tê nirxandin ya Sûriyeyê li taxa Yaylacika girêdayî Antakyaya navçeya navenda Hatayê got, "Destê êvarê ez li mala xwe rûniştî bûm, min dengê balafirekê bihîst. Min fêm kir ku tiştek bû. Min meyizand ku balafşr mîna tîrekî di erdê da çikiya, 5 deqe derbas nebû dû jê bilind bû."
Polat di daxuyaniya xwe ya ji bo nûçegihanê AAyê da destnîşan kir ku pêşiya xaniyê wî qadake vala ye ji ber vê ketina balafirê bi şiklekî safî dîtiye.
Polat anî ziman ku piştî vê dîtina demildest ji malê derketiye û çûye şûna bûyerê û wiha pê da çû: "Min meyizand li 3 cihan agir heye. Darê deverê hatibûn şeqitandin. Muhimatên balafirê ketibûn wê tepûrastê. Li hêleke din jî kokpît ketibû. Me meyizand gelo birîndar hene yan na. Lê belê ji ber egera teqînan me xwe da paş. Hê wisa ekîbên cendirme û tendirustiyê hatin em ji wêderê dûr xistin. Firokevan li wêderê xuya nedikirin."
Kesekî din bi navê Adem Yurman jî anî ziman ku seat derdora 18.30-19.00an da dengê teqînê ji deverê hatiye bihîstin.
Yurman destnîşan kir ku piştî zaniye balafir ketiye çûne şûna bûyerê û wiha got, "Em çûna şûna enqaza balafirê, perçeyên wê û bombe hebûn, çek belawela bûbûn. Me jî nexwest em nêzîk bibin. Tenê dema ket dengê teqînê hat, piştre teqînek din çênebû."