04 Adar 2017•Rojanekirin: 05 Adar 2017
İSTANBUL
Serokkomar Recep Tayyip Erdogan, li ser hesabê xwe yê Twitterê ji bo muhtacên li rojhilatê Efrîqayê û Yemenê, ragihand ku kempîneke bi navê "Bibe hêviya mirovahiyê ("İnsanlığın #UmuduOl")" dest pê kirine.

Erdogan li ser malpera parvekirinên civakî Twiiterê bi tirkî, îngilîzî û erebî twît avêt û got, "Li welatên Somalya, Etiyopya, Kenya û başûrê Sûdanê yên rojhilatê Efrîqayê û Yemenê metirsiya qeyraneke mezin a mirovî heye."
Erdogan anî ziman ku tehdîdên birçîbûnê yên bi sedema hişkedemiyê gihîştine rehendeke ber bi çav û ew li hember van pêşhatan wê bêdeng nemînin û wiha pê da çû:
"Em weke Tirkiyeyê ji bo xuşk û birayên me yên muhtacê alîkariyê li welatên rojhilatê Efrîqayê û Yemenê dest bi kempîneke alîkariyê dikin. "Bibe hêviya mirovahiyê ("İnsanlığın #UmuduOl")" Rojhilatê Efrîqa (Dogu Afrika) yan jî Yemen binivîsin û ji 2868ê ra SMSê bişînin, ji bo kempîna Heyva Sora Tirkiyeyê (@TurkKizilayi) bi qasî 10 lîreyan bexşînê bikin. "Bibe hêviya mirovahiyê ("İnsanlığın #UmuduOl")"