04 Adar 2017•Rojanekirin: 04 Adar 2017
TEKÎRDAG
Serokkomar Recep Tayyip Erdogan li Tekirdagê beşdarî merasîma vekirinên bi komel bû û gotarek pêşkêş kir.
Erdogan got, "Berê di têkoşîna dijî terorê da me nikarîbû bêyî hinek mîhraqên diyarkirî tevbigerin, gavan biavêjin. Welatekî wiha hebû. Lê îro ji Cûdî heta Cerablûsê, ji Gebarê heta Babê Tirkiye li her cihê pêwîst operasyonan li dar dixe. Îzin mîzin sitandin nema. Îdî Tirkiyeyek wiha heye ku bi dostê xwe ewle ye û tirsê dixe hinava rêxistinên terorê."
- "Heta em koka terorê biqelînin emê di têkoşînê da berdewam bin"
Erdogan anî ziman ku di salek û nîvê da zêdetirê 3 hezar DEAŞî û 10 hezar terorîstên PKKyî têkbirine û wiha got, "Me yeko yeko milîtanên FETOya rêxistina terorê îfşa kirin û me ew radestî dadê kirin. Me xwîna şehîdên xwe li erdê nehişt û emê nehêlin. înşallah heta em koka terorê biqelînin emê di têkoşînê da berdewam bin. Bila hêç gumana we nebe."
Erdogan destnîşan kir ku hem li herêmê û hem li cihanê guherînên mezin rûdidin û got, "Heger em vê pêvajoya guherînê ji dest bidin, emê bibin sedemê ku gelê me nîv sedsalekê bixisirin. Em nakevin binê gunehekî wisa. Sindoqa ku 16ê nîsanê bê danîn gelekî giring e. Di dengdayîna 16ê nîsanê da emê ber bi Tirkiyeya mezintir û hêzdartir va biçin, rêya li pêşiya Tirkiyeyê xweş û asan bikin."