DIYARBAKIR
Binesaziya avahiya nû ya Balafirgeha Diyarbekirê ya ku dê di navbera Başûrê Rojhilat û Ewropayê de bibe pire, bi beşdariya Wezîrê Ragihandin û Zeryavaniyê Binali Yildirim, Wezîrê Sewalkarî û Çandiniyê Mehmet Mehdî Eker û Wezîrê Darayîyê Mehmet Şîmşek dê bê avêtin.
Duh ji bo merasima vekirinê Wezîrê Darayîyê Mehmet Şîmşek digel Wezîrê Pêşketinê Cevdet Yilmaz, Wezîrê Sewalkarî û Çandiniyê Mehmet Eker û Wezîrê Çavkaniyê Sirûştî û Vejenê Taner Yildiz çûn Diyarbakirê. Îro li Diyarbakir, Batman û Mêrdînê xebatên xwe didomînin û Wezîrê Ragihandin û Zeryavaniyê Bînalî Yildirim dê li Diyarbakirê peşdarî bernameyê bibe.
Yildirim, Eker û Şîmşek xîmê binesaziya avahiya nû ya Balafirgeha Diyarbekirê biavêjin. Bi avêtina xîmê binesaziyê re dê kêmasiya avahiya termînalê digel kêmasiya aproyê çareser bibe. Êdî dê seferên derwelêt bên kirin.
Bi avakirina balafirgehê re tûrîzma herêmê dê geş bibe
Avahiya termînalê ya nû dê 5 hezar milyon rêwiyan bigre bin banê xwe. Digel veberhênana 257 milyonî li herêma başûrê rojhilat dê bibe yekem balafirgeha nixaftdar. Avahî dê li qadeke 86 hezar mêrteqareyê wê ser girtî bi tevahî 107 hezar mêtreqarê bê avakirin. Piştî vebûnê dê li balafirgehê ji 10 hezarî zêdetir rêwî rêwîngiyê bikin. Di bin banê avahiyê de 6 pire û otoparka sergirtî ku hezar û 38 wesayîtan hilgire, tesîsên parzûnkirinê û navendên germahiyê jî cih bigrin. Tê çaverêkirin ku balafirgeh dê 2015yan de vebe.