ANKARA
Biryara Lijneya Wezîran ya der barê Balafirgeha Şerefettîn Elçî de di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Serokwezîr Recep Tayîp Erdogan di 12ê tîrmehê de di merasîma vekirina Balafirgeha Bîngolê de eşkere kiribû ku dê navê Balafirgeha Şirnakê biguherînin û bikin Balafirgeha Şerefetîn Elçî û paşê ev mizgîniya Erdogan di Lijneya Wezîran de hatibû qebûlkirin.
Di vê navberê de lewheya balafirgehê hate guhertin û li ser "Balafirgeha Şerafettîn Elçî ya Şırnakê" hat nivîsandin. Li bajêr ji bo merasîma vekirina balafirgehê amadekarî qediyan û li benda hatina Serokwezîr Erdogan in.
Parlementerê Şirnakê yê BDPê Hasîp Kaplan derbarê vekirina Balefirgeha şerafettin Elçî de axivî û anî ziman Partiya wan dê bi awayeke sembolik di protokolê de amade bibin.