Nihat Kavşut,Haydar Şahin,Abdullah Tel
01 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 03 Berfanbar 2017
MARDÎN
Şaredariya Bajarê Mezin ya Mêrdînê ku bi biryarnameya Wezareta Karên Navxweyî lê qeyum hat wezîfedarkirin ji bona jiyana welatiyan bikeve rehetiyê xebat û xizmetên curbecur dike.
Piştî ku Ahmet Turkê Şaredarê Bajarê Mezin ya Mêrdînê di çarçoveya lêpirsîna terorê da ji wezîfeyê hat hildan Wezareta Karên Navxweyî Mustafa Yamanê Waliyê Mêrdînê wek wekîlê şaredar tayîn kir.
Piştî wezîfedarkirinê li Mêrdîna ku gelek netewe lê dijîn û bajarekî qedîm e ji bona jiyana welatiyan bikeve rehetiyê xebat û xizmetên curbecur tên kirin.
Li bajêr di warê binesazî û jiyana civakî da projeyên curbecur tên amadekirin.
- Pirsgirêkên bajêr tên çareserkirin
Li Mêrdînê 4 hezar û 700 kîlomêtro rê hene û jê 2 hezar û 700 kîlomêtro li herêmên dorberê ne. Bi saya xebatan hezar û 500 kîlomêtro rê hat qîrkirin.
Li bajêr îsal hezar û 600 kîlomêtro rê hat qîrkirin û tê plankirin sala 2018an da hezar kîlomêtro rê bê qîrkirin.
Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Mêrdînê bi 235 milyon lireyî dahat peyda kir û bi 60 milyon ewro tesîsa dapalandina avê hat çêkirin.
- Ji sedî 90ê xebatên ku hat wedkirin temam bûn
Şaredariya Bajarê Mezin bi "Maseya Mêrdînê" ya ku bi 4 zimanan xizmetê dide civakê 25 proje çêkir. Diyarî dan kesên teze zewicîn, zarokên wan bûn, çûn leşkeriyê an jî hecê.
Wekîlê Şaredariya Bajarê Mezin û Waliyê Mêrdînê Mustafa Yaman daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku bi xizmet û projeyan va saleke têr û tijî derbas kirin.
Yaman got sal par di mijdarê da piştî ku hat wezîfedarkirin pêşmala xwe di ber xwe da kirin û bi diruşmeya "Ji bo we dixebitin" va dest bi xebatan kirin û di vê demê da kêmzêde 25 projeyên civakî amade kirin.
- Bajarê bigihêje binesaziyeke baş
Yaman got ku îsal budçeya şaredariyê hema bibêje 600 milyon lire bû, xêncî vê hikûmetê û Şaredariya Bajarê Mezin a Kocaeliyê ya destebirak jî alîkarî dan.
Yaman got îsal li budçeya Midûriyeta Giştî ya MARSKIyê 75 milyon lire jî hesabê deyndariyê hat zêdekirin, ew ê bi pereyê deyn va pirsgirêka binesaziya ciyên ku serjimara wan ji 500î zêdetir in çareser bikin.
Yaman got ji bo xebatên binesaziya Nisêbûnê 80 milyon ji bo binesaziya Yêşîlliyê jî 38 milyon lire ketin binê deyn, ji merivan wetrê bajar şantiye ye.
Yaman wiha axivî: "Înşaellah ji dawiya îsal pê va bajarê di ser hev da bê dayîn û binesaziya bajêr ji berê baştir be.
Yaman diyar kir ku ji Şaredariya Bajarê Mezin a Kocaeliyê bi qasî 21 milyon lire budçe hat şandin û bi wê parq û rê hatin çêkirin û saziyên wek Banqeya Bajaran, Wezareta Pêşketinê, Ajansa Pêşketina Dîcleyê û Îdareya GAPê jî piştgirî dan.
Di berdewamiya axaftina xwe da Yaman got: "Me wek şaredarî li gor budçeya xwe zêdetirî sermaye danî. Heta dawiya îsal emê vê zêdetir bikin. Em ji hemû saziyên piştgirî dan me ra spas dikin."
Yaman destnîşan kir ku ew ji bo taxên li dervay navendê bo anîna ava xwarinê, çêkirina rê û sereban dixebitin û hemû şêniyên bajarê Mêrdînê wê heyateke rihet bijîn.
Bi 4 zimanan xizmet
Li "Mardîn Masa" ya ku bi qasî 60 kes tê da dixebitin ji bo welatiyan bi zimanê tirkî, kurdî, erebî û suryanî xizmet tê dayîn.