19 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 20 Cotmeh 2015
DIYARBAKIR
Balafirgeha Diyarbekirê ya ku wê êdî seferên derveyî welêt jî lê bên kirin hefta bê wê bê vekirin û êdî wê dest bi xizmetê bike.
Du sal berê dest bi çêkirina balafirgehê kirin û ji bo çêkirina wê 300 milyon lîre hat xerckirin.
Midûrê Giştî yê (DHMÎ) Dezgeha Qadên Hewayê ya Dewletê Serdar Huseyîn Yildirim ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku heta îro balafirgeh biçûk bû û têrê nedikir û wiha axivî: "Bi tenê dema hecê seferên derveyî welêt dihatin kirin. Lê ji vir pê ve êdî ji Diyarbekirê seferên derveyî welêt jî wê bên kirin. Salê qasî milyonek û 800 hezar kes rêwîtiyê dikin, lê piştî balafirgeha nû ev hejmar wê bigîhje 5 milyonan."
- "Hejmara turîstan wê zêde bibe"
Yildirim daxuyand ku sûrên Diyarbekirê di lîsteya Mîratên Çandî yên Dinyayê ya UNESCOyê de cih digre û Başûrê Rojhilatê ji hêla aborî û turîzmê de pêş ve diçe û wiha axivî: "Ji sedî 99 înşaet temam bû. Bi tenê hin kar û barên paqijiyê man. Înşallah beriya dawiya mehê em ê balafirgehê vekin. Heke li welatên cînar jî rewş baş bibe, ne tenê li herêmê wê welatên li der û dor re jî xizmetê bide. Bi saya vê balafirgehê hejmara turîstan jî wê zêde bibe. Herêmê him ji hêla turîzmê ve û him jî ji hêla aboriyê ve pêş ve here."
Yildirim got ku balafirgeh li ser qadeke 95 hezar metroqereyî hatiye çêkirin û spasiya hemû kesên ku keda wan di vê xebatê de heye kir.
Li balafirgehê 10 balafir wê bikaribin di carekî de herin û bên.