14 Mijdar 2015•Rojanekirin: 15 Mijdar 2015
HELEB
Balafirên şer ên artêşa Rûsyayê êrîşî herêma Kafr Hemraya li Helebê ku di destê mixalifan da ye kirin û di êrîşê da 15 kes mirin û 50 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji rayedarên parastina sivîl wergirt, balafirên şer ên artêşa Rûsyayê êrîşî herêma Kafr Hemraya li Helebê ku di destê mixalifan da ye kirin.
Hat destnîşankirin ku di êrîşê da 15 kes mirin û 50 kes jî birîndar bûn.
Hat diyarkirin ku di êrîşê da zirarên mezin çêbûn û xelkê herêmê ji ber êrîşan malên xwe diterikînin.
Di çarçoveya têkoşîna li dijî DAEŞa rêxistina terorê da balafirên Rûsyayê li bakurê Hamayê û li başûrê Helebê ji hewayê da alîkariya Esed dikin û êrîşî xetên mixalifan dikin.