Aydemir got ku pêvajoya aştiyê ji bo pêşeroja welêt pêwîst e û wiha dewam kir: "Em bawer in ku dê di demeke kurt de pêvajo bigihîje encamekê baş. Bi saya pêvajoyê dê biratiya gelan xurttir bibe, li çiya û zozanan kulîlk vebin, wek demên berê deşt û çiyayên herêmê geş bibin. ya herî girîng dê êdî kes nemire. Ji mirinê wêdetir tiştek tuneye û ya herî girîng ev e ku dê êdî ciwanên me nemrin. Xwedê ji her du aliyan jî razî be. Her du alî jî semîmî ne. Banga çekdanînê ya li PKKê, bûyereke dîrokî ye. Înşallah emê di demeke kurt de bighîjin mirazê xwe."
Serokê Weqfa Maf û Azadiyan a Însanî (ÎHH) ya ŞaxaAgriyê Kerem Anigi got ku pêvajoya çareseriyê îro gihiştiye merhaleyekê baş.
Anigi got ku di hêla aştî, biratî û edaletê de hêviyên wan xurttir bûn û wiha dewam kir: "Ew reşbînî, bedbînî û nediyariya di nav gel de qels bûye. Ev gav piştî şerê ku 30 salî dewam kir hat avêtin. Bi salan xwîn hat rêtin, dayik giriyan û gelek ciwan mirin. Herwiha ev gava ku piştî vî şerî hat avêtin gaveke dîrokî ye."
Ji esnafên herêmê Rifat Aslan jî got ku pêvajoya çareseriyê geşedaneke girîng e û wiha axivî: "Ez sipasiyên xwe pêşkêşî Serokomar, Serokwezîr û hemû erkdarên din ên ku alîkarî dan dikim. Ez bawer im ku dê encam baş be. Ez hêvîdar im. Ji bo me Tirkiye yek e. Ev welat welatê me hemûyan e. Em wekî neynok û goşt in, em nikarin ji hev du biqetin."