Abdullah Tel
28 Îlon 2019•Rojanekirin: 29 Îlon 2019
Barana ku li Agiriya bajarê serhedê ji nişka va lê kir bû sedema zehmetiyan.
Ji ber baranê lez û beza wesayîtan daket û şofêran bi zehmetî di rêya xwe da dewam kirin.
Welatiyên hay ji baranê tunebûn û bê tewdîr derketibûn jî ji ber barana nişka va dayê, şilopilo bûn.
Ji ber baranê hin coh xitimîn û li ser rêyan avê gol girt.