Endama Hîndekariyê ya Beşa Psîkolojiyê ya Zaningeha ODTUyê Prof. Dr. Nûray Karanciyê got: "Gelê Wanê bi bîr û baweriya xwe bandora erdhejê ji ser xwe avêt. Di afaten wisa de bawerî gelek girîng e û mirovan xurttir dike."
Prof. Dr. Karanci piştî erdhejê çû herêmê, him ji aliyê psîkolojîk ve alîkariya gel kir û him jî li ser civakê lêkolîn kirin. Karanciyê da zanîn ku piştî erdhejê, bajêr serûbin bibû, lê di nav 2 salê de ji nû ve hat avakirin.
Karanciyê îfade kir, ji bo ku li dijî afatan civakê amade bikin, dixebitin û qala projeya xwe ya ji bo vê çêkirine jî kir.
Karanciyê wiha dewam kir: "Em herî zêde li ser planên îmara avahiyan lêkolînan dikin. Lêbelê em bandora afatan a li ser gel ve li ser mijarê disekinin û lêkolînên xwe didomînin. Em her hurgûliyê dinirxînin û li ser mînakên wekhev disekinin. Hin diyarkirinên me yên zeximbûna civakê hene. Mînak divê têkilêyên civakê baştir bin, mirov alîkariyê bidin hev û ji hev bawer bin. Di encama xebatên xwe de, em dê diyarkirinên xurtkirin û zeximkirina civakê peyda bikin û ji bo welatê xwe, di çarçoveya pîvanên zanistê de, modeleke xurtkirina civakî amade bikin."