Baydemîr wiha dewam kir: "Daxwaza BDP ya Kurdistaneke Azad û yekgirtî tune ye. Ji hêla din, em bawer dikin ku li Rojhilata Navîn aştî dê bi azadiya kurdan pêk bê. Heke kurd negihîjin azadiya xwe li îran, Iraq û Sûriyeyê demokrasî pêk nayê. Tirkiye jî nikare bi temamî demokratîk be. Kurdên Rojhilata Navîn ji bo aşitiyê şanseke mezin in."
Baydemir diyar kir ku rêvebiriyên herêmî ji bo aşitiyê pir girîng in û wiha axivî: "Me hewl da ku feqîr û dewlemend li heman cihî bimînin û bên li cem hev. Dewlemend ji feqîran netirsin û feqîr jî ji dewlemendan nefret nekin."
Baydemir ragihand ku heke rêvebiriyên herêmî her tim guh bidin mevzuatê nikarin guherînê û aşitiyê pêk bînin û wiha got: "Revebiriyên herêmî dema ku di nav meşrûtî û qanûnî de tercihekê bikin, divê meşrûtiyê hilbijêrin."
Baydemir ji bo tîpên q,w,x yên ku serbestiya wan di Pakêta Demokratîkbûnê de hat eşkerekirin wiha got: "Tiştê ku gelekî dike gel, çandekê dike çand ziman e. Kurdî zimanekî qedexe bû. Me wek revebiriya herêmî çiqas mîhrîcanên kurdî, erebî, ermenkî, suryankî li dar xistin, ji bo hemûyan lêpîrsîn çêbûn. Lê berxwedana me û israra me bû alîkar ku mewzûat biguhere. Di zimanê kurdî de tîpên q, w, x hene û ji bo ku me ev tîp bi kar anîn doz li me hatin vekirin. 10 roj ewil Serokwezîr diyar kir ku piştî 80 salan ev tîp rizgar bûn. Niha ez dipirsim 'gelo di sedsala 21emîn de serbestiya van tîpan pêşketineke mezin e?' Helbet ne wisa ye. Lê dixwazim bibêjim ku ev serbestî bi serê xwe pêk nehat."
Baydemîr diyar kir ku di nav BDPê de cihê jinan taybet û girîng e û wiha dewam kir: "Heta ku jin azad nebin civak nikare azad bibe. BDPê ji bo jinan ji sedî 50 kota anî. Di 2014an, meha adarê de ji nû ve hilbijartinên herêmî dê çêbibin. Meclîsa jinan ya partiya me biryar da ku mêr dê di pêvajoya biryardayînê de cih negrin. Heke saleke din hûn bangî Serokê Diyarbekirê bikin hûn dê jinekê li hember xwe bibînin. Ez jî şanaz im, kelecan im û ji bo min şerefe ku ez dê cihê xwe teslîmê hevaleka xwe ya jin bikim. Jin avakerên aşitiyê yên rastîn in."