GAZÎANTEP
Lijneya BDPyê çû serdana Serokatiya Bajêr a AK Partiyê ya Gazîantepê.
Serokê Bajêr ê AK Partiyê yê Gazîantepê Ahmet Uzer daxuyaniya nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hevserokên bajêr ên BDPyê û namzedên şaredariyê yên BDPyê serdana AK Partiyê kirin.
Uzer destnîşan kir ku li Tirkiyeyê ji bo ku hizûr û aramî pêk were divê her kes berpirsiyariya xwe bi cih bîne û kesên ku naxwazin pêvajoya çareseriyê bi ser keve hene û wiha axivî: "Divê her kes di vê mijarê de bi biryar be. Divê êdî li Tirkiyeyê cihêtiya kurd, tirk, laz û çerkezan çênebe. Em beriya her tiştî mirov in. Em li dijî nijadperestiyê ne. Ne tirk û ne jî kurd ji hev mezintir nînin."
Serokê Bajêr ê BDPyê Bedran Fermanoglu jî diyar kir ku beriya hilbijartinê ev serdana yekemîn e û ji namzedan re serkeftin xwest.