ANKARA
Di Lijneya Giştî ya Meclisê de di navbera Parlementerê Adiyamanê yê AK Partiyê Mehmet Metîner û Parlementerê Îdirê yê MHPê Sînan Ogan de nîqaşa 'tirkperestî û kurdperestiyê' çêbû.
Parlementerê Îdirê yê MHPê Sînan Ogan li ser pêşniyarnameyê axivî. Ogan diyar kir ku AK Partî tirkan tune dihesibîne lê niha mûzîka Dombrayê ya tirkên Asyaya Navîn wek mûzîka hilbijartinê ji xwe re hilbijartiye û wiha got:
"Hûn herin mûzîka wî kesê ku tirkan re gotiye 'bêşeref'' û hûn diçin ziyareta gora wî bi kar bînin. An jî mûzîka wan kesên ku we li Diyarbekirê hevdu hembêz kir wek mûzîka hilbijartinê bi kar bînin. Bikaranîna mûzîka tirkan û wek malzemeya siyasetê bikaranîn li we nayê." Ogan pişt re li ser kursî bi telefona destan mûzîka Dombrayê da guhdarkirin.
Ogan diyar kir ku Parlementerê Adiyamanê yê AK Partiyê Mehmet Metîner ji cihê ku runiştiye dibêje 'Şikir em ne tirkperest in' û wiha axivî:
"Mehmet Metîner em dizanin hûn ne tirkperest in. Bi saya vê Tirkiye jî bi vê hesiya. Mûzîkên Şivan Perwer, Ahmed Kaya bi kar bînin. Bi dabeşkeriyê ve mûzîka tirkan ji bo armancên xwe yên siyasî bi kar neynin."
Parlementerê Adiyamanê yê AK Partiyê Mehmet Metîner ji ber gotinên Ogan rabû û wiha axivî:
"Belê ez kurd im. Pesndayîna nijadê li gor min edeteke cahiliyê ye. Ez kurd im lê lenetê kurdperestiyê dikim. Heke hûn jî ne nijadperest bin lenetê tirkperestiyê bînin. Birêz Serokwezîrê me got ku wî nijadperestî hildaye li bin piyê xwe, ne neteweperwerî. Ez ji vir dibêjim bila bimre nijadperestî, kurdperestî, tirkperestî." Bila ev jî ji we re bibe dersek."
Ogan cardin derkete li ser kursî û diyar kir ku gotina "Bila bimre tirkperestî" ne hedê tu kesî ye û divê tirkperestî û dabeşkerî neyê tevlihevkirin.
Cîgirserokê Koma AK Partiyê Mustafa Elîtaş jî ji ber gotinên Ogan rabû û wiha axivî:
"Axaftin û gotin na, kirin girîng e. Hûn bi tenê dikarin bi xeyalên xwe ve xwe aş bikin, lê em bi kirinên xwe ve pesnê xwe didin. Kirinên me yên 11 salan li ber çavan in, armancên me yên 2023an li ber çavan in."