Di bin wêneyên Ocalan yên ku bi hin bîlboardên navçeya Baxlarê ve hatine dardekirin de logoya BDPê heye û bi wan wêneyan ve bangî gel dikin ku bila beşdarî çalakiyên 15ê sibatê yên salvegera girtina Abdullah Ocalan ya 15emîn bibin.
Di îlanê de bi tirkî û kurdî ev tişt hatiye nivîsandin: "Bi şîara serokatiya azad, jiyana azad ji bo azadkirina serokatiyê em bang dikin ku gelê me bila beşdarî platforma ya ku dê 3 rojan berdewam bike, bibin."