Erdogan di civîna koma partiya xwe de axivî û diyar kir ku bi verastkirina înternetê mafên şexsî û jiyana taybet diparêzin û wiha got. "Berê di 5 rojan de qeydên deng û dîmenan dihatin astengkirin. Heke hûn 5 rojan bêdeng bisekinin û asteng nekin li Tirkiyeyê dê her kes bibîne û bibîhize. Niha em çi dikin? Em dibêjin bila TÎB midaxele bike. Heta dadgeh biryarê bide jixwe mafên şexsî zirarê dibînin û jiyana taybet tê îxlalkirin. Di vir de TÎB dê giliyan binirxîne û li benda biryara dadgehê bimîne. Agahiyên tu kesî dê di înternetê de neyên berhevkirin. Ev zehf girîng e, dê azadiya tu kesî neyê astengkirin."
Serokwezîr Erdogan destnîşan kir ku dema hatine ser wezîfeyê 20 hezar aboneyên înternetê hebûn, îro jî ev hejmar ji 34 milyonî derbas bûye û wiha axivî: "20 hezar li ku, 34 hezar li ku! Îqtidara ku li dijî înternetê be dikare bingeheke wiha ava bike? Me ev bingeh ava kir. Lê ne rojava û ne jî li welatê me kesên ku bi van mijaran re eleqedar nabin vî tiştî dizanin. Binhêrin di dema me de înternet ji 20 milyonî derket 34 milyonî."
Erdogan diyar kir ku li hemû dibistanan înternet belav kirine û li hemû wargehên zanîngehan jî înternet bê pere ye û wiha got: "Li dibistanan bingeha perwerdeya bi înternetê me ava kir. Tu kes nikare di vî warî de aqil bide me. Lewra van gavên girîng me avêtine."
Serokwezîr Erdogan bi bîr xist ku heta niha 63 hezar kompîturên tablet belav kirine û destnîşan kir ku di hefteyên pêş de jî dê ji 600 hezarî zêdetir kompîturên tablet belav bikin û wiha axivî: "Înşellah em ê di vê hefteyê de 100 hezar kompîtur belav bikin û di hefteyên pêş de jî 675 hezar kompîtur em ê belav bikin."
Erdogan got ku "Ji bo Xwedê heke em li dijî înternetê bin û em ê çima van xizmetên bikin" û axaftina xwe wiha domand: "Lê divê her kes her tiştî bibîne û bizanibe. Ne tenê li Tirkiyeyê, li welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) û li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) jî pirsgirêkek heye û jê re dibêjin zorbetiya sîber. Ji ber ku dîmenên wan tên kişandin û di înternetê de tên belavkirin hin kes xwe dikujin. Ji ber vê jî li YE û DYA jî verastkirinên înetrnetê tên kirin û li dijî tehdîdan tedbir tên hildan."
Erdogan diyar kir ku li Tirkiyeyê siyaseta kasêtan tê kirin û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Em bi verastkirinê li dijî vê şer didin. Him ciwan û zarokan û him jî jiyana şexsî diparêzin. Li dijî vê gefxuriyê îradeya netewî û siyasetê diparêzin. Armanca me ev e. Kesên bi wijdan bi taybetî kesên ku zarokên wan li mal hene çawa li dijî vê verastkirinê derdikeve. Divê CHP û MHP qet li dijî vê dernekevin, lewra wan jî êşa vê gefxuriya sîber kişandiye. Heke li hember bisekinin, bizanibin ku di vir de tiştekî din heye, gefxuriyeke din heye. Em ê vê gefê ji ser CHP û MHPyê rakin. Ne ji bo ku siyaseta AK Partiyê bi hêz bibe, ji bo ku siyaseta Tirkiyeyê bi hêz bibe em dixebitin. Em ê vê têkoşînê bidomînin û em bi biryar in. "