ANKARA
Dadgeha herêmî li ser rapora erênî ya Nirxandina Tesîra Hawirê (ÇED) biryar da ku pireya 3yemîn ya ku dê li Stenbolê bê çêkirin ji bo demekê bê sekinandin. Lê Midûriyeta Giştî ya Karsaziya Meydanên Hewayê yên Dewletê (MGKMHD) diyar kir ku her çiqas dadgehê biryar dabe jî, çêkirina pireyê çawa hatiye plankirin dê wisa dewam bike.
MGKMHDyê daxuyanî da û got ku hin di cihan de hatiye nivîsandin û gotin ku înşaeta balafirgeha nû hatiye sekinandin. Li ser vê ew mecbur mane ku daxuyaniyeke wiha bidin.
Di daxuyaniyê de li ser biryara erênî ya ÇEDê ya balafirgehê ya ku dadgehê daye hat sekinandin. Hat gotin ku Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê der barê vê mijarê de karên hiqûqî didomîne.