Yildiz di civîna nasandina Projeya Pergala Agahiyên Erdnigariyê û Malpera Nû ya Wezaretê de bersiva pirsên rojnamegeran da.
Der heqê nefta HKIyê ya ku ji ser Tirkiyeyê sewqî bazara dinyayê tê kirin pirs ji Yildiz hatin kirin û Yildiz jî destnîşan kir ku wan heta niha 3 caran nefta HKIyê bar kir û teslîmî navnîşanên ku ji wan hat xwestin, kirin. Yildiz da zanîn ku barkirina çaremîn jî duh êvarê hat kirin û wiha dewam kir: "Ew nefta ku hatiye barkirin, ka gelo ji Îsraîlê û yan jî ji welatekî din re hat şandin? Ev ne pirsgirêka Tirkiyeyê ye. Lewra neft, nefta Iraqê ye û kesên ku vê neftê derdixin bazarê û difiroşin jî birayên me yên Iraqî ne. Hemû teserûf û berbirsyarî di bin kontrola wan de ye. Dibe ku bar ji Îsraîlê re çûbe, lê cihê ku neft firotinê belkî cihekî din e. Malekî ku ket borseya neftê dibe ku ji aliyê kesên cuda cuda ve bê kirîn an jî bê firotin. Em wek Tirkiyeyê bi vê mijarê re eleqedar nabin. Ji me re gotin ku ew, neftê bi giştî difroşin bazara dora Behra Spî."
Yildiz ji ber bûyerên ku niha li Iraqê diqewimin jî da zanîn ku ev rewş bandoreke neyînî li ser bazara vejenê dike.
- Bedêla nefta HKIyê di Halkbankê de ye
Li ser pirsa der heqê bedêla nefta HKIyê jî Yildiz wiha got: "Me berê jî gotibû, li gor peymana ku me îmze kir, dahata neftê divê li ser navê Iraqa Navendî û Bakûrê Iraqê di hesabê ku li Halkbankê her du aliyan jî eleqedar dike, bê razandin. Ew pere niha bi cudahiya faîzê ve tê razandin. Bedêla nefta ku di tankera ewil de çû nêzî 97 milyon dolarî bû û niha bi qasî 93 milyon dolarê wê hat razandin. Ji bo vî pereyê hanê ji Bexdayê re dekont tê şandin û haya Hewlêrê jî ji vî pereyî heye. Ev pereyê ku ji nefta Iraqê tê ji bo dahat Iraqê deriyek e. Pergala ku Tirkiyeyê ava kir di nava van rakeşiyan de dê çêtir bê fehm kirin. Gelek baş e ku Halkbank jî di nava vê pergalê de heye. Ev ji bo welatê me û herêma me tercîheka gelekî li cih bû. Heya ku neft bê şandin pereyê wan jî dê li ser hesabê Halkbankê bê razandin."