11 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 12 Cotmeh 2015
ERZURUM
Li Şenkayaya navçeya Erziromê tîmên cendirmeyan li hember rêxistina terorê operasyon kirin. Piştî operasyonê pevçûn derket û di pevçûnê de 2 leşker cangorî bûn.
Li gor agahiya ku Walîtiya Erziromê da, li herêma Akşar û Karincaduzuyê yên ku di navbera Şenkayaya navçeya Erziromê û Goleya navçeya Erdexanê de dimîne, pevçûn derket. Di pevçûnê de 2 leşker cangorî bûn.
Hat ragihandin ku pevçûn dewam dike, gelek cendirme çûn cihê pevçûnê.