17 Sibat 2017•Rojanekirin: 18 Sibat 2017
ANKARA
Wezareta Perwerdeya Neteweyî belavkirina kontenjan û bernameya tayînê ya ji bo hildana 20 hezar û 127 mamosteyên bipeyman eşkere kir. Li gor bernameyê namzedên mamostetiyê wê di navbera 15 û 21ê de Adarê de serî lê bidin."
Li gor daxuyaniya ku ji malpera wezxaretê hat dayîn de, wê ji bo branşa mamostetîtiya dibistana seratayî 3 hezar 570, ji bo Îngilîzî 2 hezar 193 û ji bo mamosteya dîn jî wê 2 hezar û 143 mamoste bên tayîn kirin. Wezaretê dîsa daxuyand ku ji bo mamostetiya Tirkî hezar û 140, ji bo dibistana mader 720, ji bo teknolojî û Fenê 3 hezar, ji bo matematîka dibistana seratayî jî wê hezar û 835 mamosteyan tayîn bike.
Wezaret bi vî awayî ji 90 branşên cuda wê 20 hezar û 127 mamosteyan tayîn bike.