17 Sibat 2017•Rojanekirin: 18 Sibat 2017
ANKARA
Sererkanê Tirkiyeyê Orgeneral Hulusi Akar û Sererkanê DYAyê Orgeneral joseph Dunford civiyan. Di civînê da mijarên weke asayişa herêmê, têkoşîna dijî rêxistinên terorê yên weke PKK û DEAŞê hatin gotûbêjkirin.
Li gorî daxuyaniya Sererkaniyê, Orgeneral Akar û Orgeneral Dunford li baregeheke li Încirlikê civîneke di nava heyetan da li dar xistin.
Di civînê da herwiha Akar behsa têkoşîna biryardara Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) ku Hêzên Çekdarên Tirkiyeyê (TSK) bi Operasyona Mertalê Feratê piştgiriya wê dike ji hevtayê xweyê DYAyî ra kir. Akar anî ziman ku pêşketineke ber biçav bi operasyona navborî hatiye kirin û îdî gelek penaber li welatê xwe vedigerin.
Akar destnîşan ki ku li herêma Babê jî bi şiklekî mezin kontrol hatiye kirin û bal kişand ser giringiya piştgiriya hêzên hevpeymanê di vê çarçoveyê da.