20 Adar 2016•Rojanekirin: 21 Adar 2016
LONDRA
Wezîrê Karên Derve yê Îngilistanê Phîlîp Hammond da zanîn ku êrîşa terorê ya ku li Kolana Îstiklalê ya Beyogluyê hat kirin, şermezar dike.
Hammond ji ser hesaba xwe ya malpera civakî peyamek weşand û êrîşa terorê ya li Stenbolê şermezar kir. Hammond êrîşê wekî "bêwate" nirxand û got ku "Ez bombekirina bêwate ya ku vê sibê li Stenbolê hat kirin şermezar dikim. Ez bi gelê tirk re di nav piştevaniyê de me."
Davîd Lîdîngtonê Arîkarê Wezîrê Karên Derve yê ku ji Yekîtiya Ewropayê (YE) Berpirsyar e yê Îngilistanê jî wekî Hammond êrîşê wekî "bêwate" nirxand.
Lîdîngton êrîşê şermezar kir û peyama "Îngilistan di van demên dijwar de ligel dostên xwe yên tirk e û di şopandina berpirsyaran de ji bo hemû arîkariyên dibe ku hewce bikin amade ye. Em dikarin bi yekîtî, sikûnet û biryardariyê tehdîda terorîzmê têk bibin."