20 Adar 2016•Rojanekirin: 21 Adar 2016
ÎSTANBUL
Serokwezîr Ahmet Davutoglu ji bo kesên ku di êrîşa terorê ya li Kolana Îstiklalê mirin ji Îshak Cîhangiriyê Arîkarê 1emîn ê Serokomarê Îranê û Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû re peyama sersaxiyê şand.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên serokwezîriyê hatin bidestxistin Davutoglu ji bo welatiyên wan ên ku di êrîşê de mirin ji Cîhangîriyê Arîkarê 1emîn ê Serokomarê Îranê û Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahû re peyama sersaxiyê şand.
Davutoglu piştî êrîşa ku li Siltanehmedê qewimî jî ji Serokwezîra Almanyayê Angela Merkelê re peyama sersaxiyê şandibû.
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû jî êrîşa terorê ya ku hefteya borî li Enqereyê qewimî şermezar kiribû.