HAKKARÎ
Li Gevera navçeya Hekariyê li ser malekê operasyon hat kirin, di operasyonê de 2 jin hatin binçavkirin. Her wiha hat diyarkirin ku li malê 3 keçikên ku temenê wan ji 18an biçûktir in û dê wan bişînin li serê çiyê jî hatin dîtin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanên AAyê bi dest xistin Midûriya Ewlehiyê ya Navçeya Geverê û Fermandariya Navçeyê ya Cendirmeyan xebatên îstixbarî kirin. Di encama xebatan de der barê kesên ku endaman ji bo PKKyê dibin, li ser maleke li taxa Yeşîldereyê operasyon hat kirin.
Di operasyonê de 2 jin hatin binçavkirin. Her wiha hat diyarkirin ku li malê 3 keçikên ku temenê wan ji 18an biçûktir in û dê wan bişînin li serê çiyê jî hatin dîtin. Hat ragihandin ku ji wan zarokan du keçik zarokên malbatên ku li Diyarbekirê xwepêşandan dikin in.
Zarokek ji rêxistinê reviya
Li Beytuşebaba navçeya Şirnexê jî zarokek ji destê rêxistinê reviya û teslîmê hêzên ewlehiyê bû.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin M. Eyê ku li navçeya Beytuşebabê bi qasî du meh beriya niha ji aliyê rêxistinê ve hat xapandin û birin serê çiyê ji rêxistinê reviya. M.E hat mala xwe ya li navenda navçeyê û malbata wî ew teslîmê hêzên ewlehiyê kir.
M.E li Amiriya Ewlehiyêya Navçeyê îfade da û pişt re ew derxistin dadgehê û wir jî serbest berdan.
Qaymeqam Mehmet Fevzî Donmez M. E li mala wî ziyaret kir û bi wî re axivî.
Di vê navberê de di operasyoneke ku li Gevera navçeya Hekariyê de 2 keçikên ku dê bişandana serê çiyê û malbatên wan li Diyarbekirê xwepêşandanê dikin, hatin xilaskirin. Hat ragihandin ku dayikên keçikan bi firokeyê ji Diyarbekir birin Geverê.