02 Nîsan 2016•Rojanekirin: 03 Nîsan 2016
ANKARA
Operasyonên hêzên ewlehiyê yên li Yuksekovaya navçeya Hekariyê dewam dikin û di operasyonan da di bin avahiyan da hin tunêl û teqemenî hatin dîtin.
Li gor agahiyên çavkaniyên ewlehiyê operasyonên li Yuksekovayê dewam dikin.
Di çarçoveya operasyonan da hêzên ewlehiyê ji 31ê adarê heta 1ê nîsanê gelek operasyon kirin.
Di operasyonan da di bin avahiyan da gelek tunêl û gelek teqemeniyên ku di avahiyan da hatine bicîkirin hatin dîtin.
Bi çek û cebilxaneyên ku hatin dîtin xuya dibe ku endamên rêxistina terorê avahiyan wek baregeh û depoyên çekan emilandine.
Tê destnîşankirin ku dema endamên rêxistinê avahiyan diterikînin agir berdidin avahiyan.
Wek mayîn li navçeyê operasyonên ji bo rakirina barîkatan û girtina çalan dewam dikin.