Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan di 1emîn Kongreya Derasayî ya AK Partiyê de axivî.
Erdogan di bernameya ku li Hêwana Sporê ya Ankara Arenayê de bangî partiyiyan kir.
Erdogan got: "Tişta ku îro diguhere tenê şikl e, naverok naguhere. Mîsyona partiya me, rihê dozê, hedef û îdeal naguherin."
Serokwezîr Erdogan got: "Ez vê eşkere bibêjim; gelek rojname nûçeyan çêdikin, karîkaturan xêz dikin. Ev di nav nirx û çanda me de tuneye. Birêz Davutoglu ne emanetgir e. Bila ev wiha bê zanîn."
"Xortno, hûn hêviya vî gelî ne"
Erdogan got, "Ciwanên hêja yên AK Partiyê yên serbilind, ez we îro we cardin bi dil û can silav dikim. Ez her tim bi we bawer bûm" û wiha dewam kir:
"Ciwanno, hûn hêviya vî gelî ne. Hûn hêviya hemû mezlûmên li ser rûyê dinyayê ne. Hûn peyrewên doza pîroz ya Siltan Alparslan, Osman Gazî, Fatîh Siltan Mehmed, Ebdulhamîd Xan, Xazî Mistafa Kemal, Adnan Menderes, Turgut Ozal û Profesor Dixtor Necmetîn Erbakan in. Ciwan hêviya me ne, siyasetmedar, rêvebirên paşerojê ne. Ez we îro cardin bi dil û can silav dikim."
Erdogan got ku serokomar cara ewil bi reyên gel hat hilbijartin û wiha dewam kir:
"We ev birayê xwe di tûra ewil de hilbijart. Me ev pêvajo bi awayekî serkeftî îdare kir. Pêvajo bi temamî di çarçoveya makezagon û zagonan de çêbû. Vê pêvajoyê da nîşan ku Tirkiye di demeke kurt de hînî nûjeniyan dibe. Belkî di dîroka komarê de cara ewil e ku hilbijartineke serokomariyê ew qas hêsan û bê rageşî, kaos û bûyer derbas bû."
Erdogan bangî partiyiyên ku ji teşkîlata Konyayê hatine kir û wiha got:
"Konya, hûn li dû rekoran reviyan. Piştî vê jî em ji we rekorên din dixwazin. Piştî vê berpirsyariya we bêtîr zêde bû, vê ji bîr nekin. Îro bi vê kongreya deresayî ve ez Serokatiya Giştî ya AK Partiyê ya ku 13 sal e bi şanazî dikim teslîmî we dikim. Wezîfeya min a Serokatiya Giştî ya ku di 14ê tebaxê 2001an de dest pe kir, piştî 13 sal û 13 rojan, îro diqede."
Serdogan got ku ew ê sibê di saet 14.00an de li TBMMyê mazbataya xwe hilde û wezîfeya xwe ya Serokwezîrtiyê ya 11 salan jî teslîm bike û bibe Serokomarê 12emîn yê Tirkiyeyê.
- "Girîngiya navan tune"
Erdogan got ku ew 13 sal an jî 100 sal berê derneketine vê rêyê û wiha got: "Tevgera me di dîroka mirovahiyê de tevgereke wisa ye rasterast dimeşe, tevgereke têkoşîna başî û rastiyê ye. Ji ber vê jî girîngiya navan tune."
Erdogan bangî partiyiyan kir û got ku ji Hz. Adem vir, heta îro gelek mirov jiyane û mirine û axaftina xwe wiha domand:
"Bi milyaran nav winda bûn û çûn. Lê têkoşîna di navbera başî û xirabiyê ya ku ji Hz. Adem vir ve dest pê kir, di dîroka mirovahiyê de dewam dike. Têkoşîn di navbera heq û batil de ye. Nav fanî bûn, lê ya ku baqî ma doz bû. Duh hinekên din sencexteriya doza mezin dikirin û têkoşîna vê didan. Îro jî em bi şeref û rûmet wê sencexê dikêşin. Sibê jî sencexa vê dozê dê nekeve û înşallah dê pêşerojê de jî ev doz dê bê xwedî nemîne. Zarokên îro, ciwan, dê bi îzna Xwedê sencexa vê dozê ji me hildin û wek me dê bi şanaz û rûmet bikêşin."
Erdogan got ku di salên dawîn de mixabin hêvî û xebat nehatiye mihefezekirin û wiha axivî:
"Şûna ku gel ji dewleta xwe re rê kifş bike, gel xwediyê dewletê derkeve, dewletê xwest ku ji gel re rê kifş bike. Dewletê hewl da ku têkiliya her tiştî bibe, her tiştî sererast bike, wisa ku têkiliyê cil û bergan, wisa ku têkiliyê muzîkê jî bû. Hat xwestin ku gelekî yek reng derkeve holê. Hat xwestin ku ferdên wek ku ji tornayê derkevin bi şiklên xwe û fikrên xwe dişibin hev derxin holê. Wisa ku hemû cudahî red kirin."
Erdogan axaftina xwe wiha domand:
"Nijad, ziman, bawerî, nirx hatin redkirin. Tehemula cudahiyan nekirin. Destûr nedane fikrên cuda, nirx û baweriyan. Vê tevgerê çi derxist holê? Di navbera dewlet û gel de mesafeyek çêbû. Dewlet ji gelê xwe ji dûr ket, gel jî mecbur ma ku ji dewleta xwe ji dûr bikeve. Polîtikayên redkirinê, înkarê û asîmilasyonê bi rê ve birin. Li ser erdekî 780 hezar kîlomêtroyî hema hema ji bo her ferdî zilamek derkete holê."
Erdogan piştî ku axaftina xwe qedand xatir xwest û wiha got:
"Hemd û sena ji Xwedê re ku ew şeref da me ku em xizmetê ji vî welatî û gelî re bikin. Xwedê vê şerefê daîm bike. Xwedê bibe alîkarê me û yarê me. Rêya me her tim vekirî be."
Erdogan ji bo namzedê Serokê Giştî Ahmet Davutoglu serkeftin xwest û afaxtina xwe wiha bi dawî kir: "Ez Partiya Pêşketin û Dadê, yanî evîna xwe, hezkirina xwe, daxwaz û şerê xwe ewil emanetê Xweda û pişt re jî emanetî we dikim. Heta ku em cardin hev bibînin, bi hêviya ku em cardin bigihêjin hev bimînin di nav xweşiyê de."